Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di nava Îranê de, parêzgeha Sinê di warê bahatiyê ve, di pila yekem de ye

10:59 - 4 Çirriya paşîn 2020

Gorî wan amarên ku di Îranê de têne belavkirin, rojane nirxa teweromê jêlel diçe û ewajî dibe sedem ku nirxa hewcehiyên rojane ye xelkê bilind bibe.

Di asta Îranê û di nava hemî parêzgehan de, parêzgeha Sinê bi cudahiya  %2.1 di gel navinca Îranê, teweroma herî bilind heye û wê pêkê nirxa bilinde hewcehiyan jî di wê parêzgehê de, di nava Îranê de di pila yekemîn de ye.

 Bi taybet teweromê bandorekî zêde hebûye bi ser hinek  hewcehiyên rojaneye xelkê, weke xwarin û wexwarin, êmîş, û cigare û yên dinê.

Xelkê Kurdistanê û bi taybetî parêzgeha Sinê, bi qasê herî kême dahatê û bi wê belengaziya ku têdene, neçarin bi nirxekî gelek bilind hewcehiyên rojane ye xwe dabîn bikin.

Belengazî, bêkarî, bihatî û kêm bûna hewcehiyên sereke yê jiyanê û dora dirêje xelkê bona bi dest xistina hewcehiyan di Sinê de, jiyana xelkê çend qat zêdetir dijvar û tal kiriye.