Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera hevwelatiyan û hêzên çekdar yên rejîmê de şer derket

13:17 - 16 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Di navbera wezîfedarên înitizamî yên rejîma Îslamî Îran û xelkê devera Hewramanê, şer û pevçûn derket.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 25`ê Xakelêweyê, piştî vê ku hêzên înitzamî yên rejîma Îranê, li ser riya “Hecîc û Nodşe bosye bo kasbikarên vê deverê danîbûn, ev kiryara rejîmê rastî dijkiryara xelkê vê deverê hat.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê dike ku, komek li kasbikarên ku rastî bosya hêzên întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê hatibûn, hevwelatiyan îzin nedan ku tiştên van kasibkaran bikevine destê hêzên întizamî yên rejîmê.

Vê çavkaniyê bas ji vê jî kiriye ku, piştî xwenîşandanên nerazîbûnê yên hevwelatiyên Kurd, derheq vê kiryara hêzên întizamî yên rejîma Îranê, ev hêzên rejîmê neçar man da ku paşekêşîbikin û nekarîn dest bi ser barên hevwelatiyan de bigirin.

Rejîma Îslamî a Îranê, digel kolber û kasbikaran di Kurdistanê de, bi navê “qaçaxçiyên alavan” bi awayekî hov û dirindane reftarê dike, û ev kiryara rejîmê di demekê de ye ku, bi sebeba vê ku di Kurdistanê de, derfetên kar tunînin, xelk bi neçarî rû li karê metirsîdar yê kolberiyê dikin.