
Kurdistanmedia: Di navbera hêzeke nenaskirî û Spaha pasdaran li devera Hewramanê, şer û pevçûn derket.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 3`ê Xezelwerê (25`ê Çiriya Pêşîn) di navbera hêzeke nenaskirî û Spaha Pasdaran de, şer û pevçûn derket, ku ev şera serê spêdeyê despê kir, û heya nîvrov berdewam kir.
Li gorî gotina xelkê deverê, nasnameya wê hêza çekdar nediyar e, û herwisa zelal nine ku ser bi çi hêzekê ye.
Li gorî nûçe û zanyariyan di vî şerî de, hejmarek pasdar û hêzên girêdayî Spaha Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin.