Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera hêzên rejîmê û hevwelatiyan de alozî derket

17:20 - 3 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Di navbera hêzên rejîmê û hevwelatiyên zirar berketî yên bajarê Ehwazê şer û alozî derket.

Li gorî raporên belavbûyî, çalakvanên bajarê Ehwazê, roja Sêşemî 2`ê xakelêweyê hejmarek ji xelkê zirar ber ketî yên di heyama rabûna lehiy de, hewl dan da ku pêşî ji hêzên rejîmê ku dixwastin avabendên ku xelkê bixwe avakirine biherifînin bigirin, lê di navbera hêzên rejîmê û hevwelatiyên wî bajarî de şer derket û çend kes ji hevwelatî hatin birîndarkirin û kuştin.

Tê gotin ku ew şer û pevçûn li gundên ku‘Ereb jê akincîn a ya bi navê Elcezîre ya li ser riya ‘Deşta Azadgan’ li bakûrê rojavaya Ehwazê rûdaye û 5 ciwanên wê deverê birîndar bûne.

Her di vê derheq de, di van şer û aloziyên di navbera hêzên rejîmê û hevwelatiyan de du ciwan hetine kuştin,lê, heya niha El-Erebiye rastiya wê nûçeyê erê nekiriye.

“Hafiz Fazilî” yek ji çalakvanê Ereb derheq sebeba wê şer û pevçûnê de, li ser rûpela “Facebooka” xwe nivîsiye ku hêzên Spaha Pasdaran bi armanca parastina navendên neftê yên ku di devera Deşta Azadgan de hene, dixwast avbendên ku xelkê avakirine biherifênin û aw ber bi cihê jiyana xelkê biherike.

Ew mijara bû sedema nerazîbûna xelkê lehî lêdayî, û ew nerazîbûnên xelkê rastî gullereşandina rasterast a hêzên rejîmê hat.

Herwis tê gotin xelkê akincî yên gundê ‘Qisur, El-Celîze û Şakiriye li rêya Deşta Azadgan di gel hêzên rejîmê rastî şer û pevçûnan hatin.

Ahru, Saziya Mafê Mirov bi belavkirina kurte vîdiyoyekê di wê derheqê de nivisiye, Spaha Pasdaran êrîşî ser xelkê zirar berketî yên ereb li gundê, ‘Cilîzî’ li rêya Deşta Azadgan’kiriye di encama vî şer û pevçûnê de hejmarek hevwelatî birîndarbûne, û Spaha Pasdaran a terorsît jî bi rê girtinê xwast navendên neftê biparêze, û mal û zeviyên xelkê jinav bibe her bi bê sebebê jî rastî  berxwedaniya xelkê deverê hat.

Piştî wan bûyerên xwezayî ku çêbûne, berpirs û navendên rejîmê bi cihê hawarçûna xelkê û alîkarîdan bi wan re, hewl didin bi afirandina alozî û pevçunan di nav xelkê zirar ber ketî de, gendelî û neberpirsbûna xwe veşêre.