Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera hêzên sînorî ên rejîma Îran û hêzên Talibanê de şer û pevçûn der kevt

12:02 - 29 Hezîran 2022

Piştî teqeya hêzên sînorî yên rejîma Îranê li sînorê di navbera Îran û Efxanistanê, û kuştin û birîndar bûna du zarokên Efxanî, di navbera hêzên sînorî yên Taliban û hêzên sînorî yên rejîma Îranê de şer û pevçûn der kevt.

Roja Sêşemî 28`ê Hezîranê, rojnameya “8ê Sobh” a Efxanistanê di raporek xwe belav kiriye, di wî şerî de serbazekî rejîma Îranê yê bi navê “Mihemed Seyad” hatiye kuştin û herwisa pêka nivîsa wê rojnameyê, ew êrîş piştî teqeya hêzên sînorî yên rejîma Îranê li 2 zarokên Efxanî rû daye.

Rojnameya “8ê Sobh” belav kiriye : “Ew şer û pevçûn demjmêrek berdewam bûye û hêzên Taliban li nav axa Îranê êrîşî li ser hêzên rejîma Îranê kirine.

Ragihandinên girêdayî rejîma Îranê di vê derheqê de ti nûçeyek belav nekirine û bi tenê kanala”Hîrmend” a girêdayî rejîma Îslamiya Îranê belav kiriye ku: “Taliban grûpek şerxwaz û çekdar e û dixwazin destdirêjiyê li ser axa Îranê bikin”.