
Goreke bikom ya serdemê rejîma Beis a Îraqê di navbera Kifrî û Xaneqînê de hate dîtin ku tê zanîn, ew gore li sedeya 80 û 90 a sala borî bûye.
Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî ya Îraqê daye zanîn, qurbaniyên wê gora bikom xelkê deverên Kifrî û Xaneqînê ne.
Herwisa daye zanîn, ew goreke mezin e û hejmareke zêde ji termên qurbaniyan tê de hene.
Heta niha li Îraqê, zêdetir ji 98 gorên bikom yên serdema Beis hatine dîtin û ji wan 76 gor hatine vekirin û bi hezaran qurbanî ku piraniya wan Kurd in tê de hatine kuştin.
Herwiha 112 gorên bikom yên serdema DAIŞê hatine dîtin, heta niha 30 gor ji wan hatine vekirin.
Pêka amarên ku hatine belavkirin, di serdemê Beis de, li sala 1963-2003`an çarenivîsa 300 hezar kes nediyar e û piraniya wan di gorên bikom de hatine çalkirin.