Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Nexedê û Serdeştê de du hemwelatiyên Kurd xendiqîn

14:37 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Xwndekarekî Kurd xelkê bajarê Serdeştê bi sedema şarezayî nebûn tevî teknîkên avjeniyê di nav çemê Zêya Biçûk de xendiqî û di encam de canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdistanmedia, ew xwendekare yê Kurd bi sedema kûrbûna cihê avjeniyê û şarezayî nebûn tevî teknîkên avjeniyê roja Yekşemî 6’ê Tîrmehê, canê xwe ji dest da.

Di wê pêwendiyê de roja Şemî bervara 5’ê Tîrmeha 2014’an, zarokekî din temen 10 salî xelkê Mihemed Yar bi sedema şarezayî nebûn tevî teknîkên avjeniyê di nav çemê Gader de xendîqî.

Salane bi sedema nebûna melewangeha sitandard û paqij di bajaran de, hemwelatî di demsala germê de rû ji çem û golan dikin û di wan cihane de jî bi sedema nebûna hêmaya hayîdarkirin û avjenê şareza, tûşî bûyera xendiqînê dibin.

Di sala 1392’an a Rojî de, 68 hemwelatî ku 57 kes mêr û 11 kesên din jî jin bûn di çar parêzgehên Kurdistana Îranê (Urmiye, Kirmanşan, Sine û Îlamê) de tûşî bûyera xendiqînê bûne.