Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di nexweşxaneyên rejîma Îranê de cerg û gurcikên xelkê derdixin

13:01 - 2 Tebax 2020

Di bajarê Urmiyê de, li nexweşxaneyekî girêdayê Spaha terorîst a pasdaran, cerg, dil û gurçikên çend kesan ku canê xwe ji dest dabûn derxistine.

Heyamekê berî niha, ku ciwanekî Kurd bi navê “Ebdula  M.” xelkê yêk ji gundên herêma mirgever, di nexweşxaneya “Taliqanî” di bajarê Urmiyê de, hatibû razandin, rojekê piştî hingê, malbata wî ji aliyê nexweşxanê ve tête agehdarkirin ku kurê we canê xwe ji dest daye.

Berpirsên nexweşxaneya Taliqanî gotibûne malbata wî ku kurê we tûşî korona yê bibû  û canê xwe ji dest daye û di cihekê hatiye çalkirin, lê malbata wî ciwanê kurd bi rêya wekîl û kesên dinê ve, cihê bi ax sipartina kurê xwe peyda dikin û piştî derxistina termê wî, dibînin ku cerg, dil û gurçikên wî nemane û heya çavên wî jî derxistin e.

Piştî şikayeta malbata wî ciwanê Kurd ji nexweşxaneya “Taliqanî”, ew malbat  ji aliyê Sapaha Pasdaran ve ketiye ber gefa binçavkirin, îşkence û kuştinê û ew malbat bê deng kirine.

Herwisa jinek temen kêm xelka yêk ji gundên herêma Somayê, qederekî wisa di wê nexweşxaneyê de hebûye.

Ticareta endamên leşên mirovan û qurbanîkirina ciwanan bo wê ticaretê, ji aliyê rejîmê ve, rojbiroj zêdetire dibe.