Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parek ji Urmiyê de Av û Gaz ev serê çend rojane qut bûye

12:55 - 18 Gulan 2020

Gorî zaniyariyan ev serê çend rojane ku Ava Çendîn taxên Bajarê Urmiyê qut bûye û jiyana xelkê di gel astengiya hember kiriye.

Ava çendîn Kolanên devrûberê Parka Tuxm Morxî, Xiyewana Itihad, Şehreka Bêhdarî yê qut bûye û xelk bi serê xwe ve maye û bê Av û perîşan.

Hevwelatiyek dibêje tenê Lîwanekî Avê bo vexwarina Zarokan çinîne, û kes bal mede nayê û kes xwe berpirsyar nizane , Başe heta kengê em benda bê tedbîrî û bê mudîriyetiya berpirsan bimînin? Çima hinde sivikatî bi jiyana xelkê tête kirin? Kê dibe bersiva vê sivikatiya bi xelkê bide? Û kê dibe wan kêşane çareser biket?

Ji aliyekî dinê jî ev serê çend rojane ku Gaza çendîn cihan li herêmên devrûberên Urmiyê qut bûye.

Gorî zaniyariyên ku ji Urmiyê ve giheştine Navenda Nûçegihaniya Tîshk Tv, hêla Gaza Gundên Topraq qele û Hacîpîrlû û çendîn cihên dinê li devrûberên bajarê Urmiyê,qut bûye û xelk tûşî astengiyan bûye.

Qut bûna gazê di demekê deye ku hêla Gaz gihandina wan cihane heyamekê berî niha hatibû nûjenkirin.

Heya amade kirina wî nûçeyî , Îdara Av û Gazê xwe serve biriye ku zêdebarî daxwaza xelkê bona çareseriya qut bûna Av û Gaza parek ji taxên Ûrmiyê, û devrûber, rejîm balde neçoye û çi kiryarek bo çareserê nekiriye.