Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Îlamê de tenê aleveke “MRI”yê heye

11:03 - 9 Kanûna Paşîn 2022

Di parêzgeha Îlamê de tenê alavek “MRI”yê heye ku ew jî di nexweşxaneya “Xumêynî” ya bajarê Îlamê de ye ku bersivderê heşîmeta zêdetir ji 600 hezar kes a wê parêzgehê nîne û nexweş neçar in çendîn mehan li dora wê alavê de bimînin an jî serdana parêzgehên din bikin ku tevî xercek zêde gelek zehmetiyan bo nexweşan diafirîne.

Bilindbûna xercê alava “MRI” û rewşa xirab a aboriya xelkê û hejariya zêde bûne sedem ku nexweş neçar bimînin bo heyamek zêde li dorê de bisekinin û ew yek bo nexweşên ku hewcehiya lezgîn bi wê alavê hene, metirsiyek gelek micid e.

Parêzgeha Îlamê tevî ku bêpartirîn parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ye, pirsgirêkên gelek micid ên nebûna xizmetkariyên pizîşkî û dermanî heye û ew pirsgirêk ji çendîn salan berî niha ve hene û berpirsên rejîma Îranê û karbidestên rejîmê li wê parêzgehê ti pêngavek bo çareserkirina wan pirsgirêkan hil negirtine.