Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Luristanê de 4 hezar xwendingehên nastandard hene

11:41 - 6 Şibat 2020

Berpirsê nûjenkirina xwendingehan di parêzgeha Luristanê de gotiye, ku 40 hezar xwendingeh û dibistan di wê parêzgehê de hene ku nastandard in.

Roja Çarşemî, 15`ê Rêbendan, berpirsê Nûjenkirina Xwendingehan di parêzgeha Luristanê de, Mihemed Riza Heyderî, li hevpeyvînekê digel rojnamevanan baskiriye, ku di parêzgeha Luristanê de, 4 hezar xwendingeh û dibistanên nastandard hene.

Herwisa navbirî baskiriye, ku di wê parêzgehê de, di 6982 kilasên wanegotinê de, ti sistemeke standard bo germkirina kilasan tinîne û sobeyên neft û gazê, bi bê berçavgirtina yasayên standardê hatine danîn.

Parêzgeha Luristanê yekek ji wan parêzgehane ye ku bi sedema rabûna lehiya îsal, derb û xisarên giran bi bîna û avahiyên xwendingeh û dibistanan ketibû. Heya niha piraniya wan xwendingeh û dibistanan nehatine nûjenkirin, û berpirsê nûjenkirina xwendingehên parêzgeha Luristanê jî, li ser wê mijarê bas kiriye ku ji 113 avahihên hirifî, yên xwendingehên parêzgeha Luristanê, me bi tenê dest bi avakirina 62 xwendingehan kiriye, lê ti basek ji yên hirifî mayî jî nake.

Herwisa, navbirî vê yekê jî bas dike ku, bo standardkirina sîstema gerimkirina 6982 kilasên wanegotinê, me standardkirina sîstema germkirina 1339 kilasên wanegotinê, di destûra karê xwe yên standardkirinê de heye.