Birêveberê kompaniya Av û Averoya Luristanê, “Hemîdriza Keremwend” îşare bi daketina ava çavkaniyên ava wê parêzgehê kiriye û gotiye ku niha bo 55 gundên wê parêzgehê bi tankeran av tê şandin.
“Hemîdriza Keremwnd” di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniyeke girêdayê rejîmê de daye zanîn ku ji gelempera 2 hezar û 900 gundên wê parêzgehê, hezar û 600 gund di bin çavedêriya kompaniya Av û Averoya Lurdistanê de ne û gundên din di bin çavedêriyê de nînin.
Herwisa navbirî got: “Ew gundên ku di bin çavedêriya me de ne û pirsgirêka ava wan heye, em hemû hewlên xwe didin ku ava wan dabîn bikin”.
Wî berpirsê rejêmê daye zanîn ku rêjeya wan gundên ku avê bo wan dişînin diguhere û hin caran 40 gund û hin caran 50 gund in û niha bo 55 gundan av tê şandin.
Pirsgirêka bê avî û kêmavî di poarêzgeha Lursitanê de pirsgirêkeke kevin û hertimî ya xelkê wê parêzgehê ye û rejîma Îranê ti hewlekê praktîkî û lojîkî bo çareserkirina wê kirêzê nade û ew jî bûye sedema dijwartirbûna rewşa jiyana xelkê wê parêzgehê.