Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Sinê de 551 gund rastî bê aviyê hatine

10:25 - 26 Çirriya pêşîn 2021

551 gund li parêzgeha Sinê bê av in û bo 150 gundan bi tankeran avê vediguhazin û rejîm bûdceya hewce bo çareserkirina wê pirsgirêkê danîn nake.

Cihgirê Bikaranîn û Geşedan ê îdareya Av û Avero ya parêzgeha Sinê, “Mihemed Ferhad” gotiye : “Di parêzgeha Sinê de hezar û 677 gund hene ku 551 gundan pirsgirêka bê aviyê hene û bo 150 gundan jî avê bi tankeran tê şandin û bo çareserkirina wê pirsgirêkê hewcehî bi 10 hezar milyard Tumenî heye ku em bikarin ava xelkê wan gundan dabîn bikin”.

Herwisa ev gundên ku bi tankeran av bo wan tê şandin çendîn pirsgirêkên wekî kêmbûna avê hene ku ku bi sedema kêmbûna wê avê bo şûştin û paqijiyê bi qasa hewce bikar bînin.

Herwisa navbirê got ku di wan gundan de tevî pirsgirêka avê pirsgirêka rê û nebûna hêlên telefonê jî hene.

Herwisa di parêzgeha Îlamê de, erdên werzêran li bajarê Bedrê bê av in û ew di halekê de ye ku li tenîşta wan erdan çemê Sîmereyê diherike ku tejî av e û rejîma Îranê ti bernameyek bo veguhastina vê avê bo wan erdan tinîne.