Parêzgeha Urmiyê yek ji wan parêzgehane ku ji aliyê avahî û cihên hînkariyê ve pirsgirêkên micid yên kêmbûn û kêmasiyên xwendingeh û dibistanan heye.
Seroka Nûjenkirin û Avedankirina xwendingehên parêzgeha Urmiyê, “Sipîde Teyibqasimî”, ragihand: “112 polên kanêksî û 46 polên hînkarî di avahiyan de hene.
Wê berpirsa rejîma Îranê daye zanîn ku kêmbûna emrazên hewce bo hînkarî û hewcehiyên tenduristî wekî avdest û cihê şûştina destan, ji girîngtirîn pirsgirêkên wan dibistanan in û bona cihgîrkirina dadperweriya hînkariyê, amadekarî û bilintirkirina asta perwerde û hînkariyê, hewcehî bi alîkarî û dabînkirina emraz û alavên hînkarî û teknîkî bo wan dibistanan heye.
Rejîma Îranê bi nedana emrazên hewce û avedannekirina dibistanan di deverên Kurdistanî de, bi awayekî rêkxistinkirî û nehênî, hewl daye ku ji aliyê zanistî ve wan deveran nexwîndevar ragire.
Pêka nifûsa xwendevanên wan deveran, kêmtirîn hejmara dibistan û xwendingeh hene û pereyê piraniya wan xwendingehan jî, ji aliyê kesên xêrxwaz ve hatiye dabînkirin.