Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Urmiyê de 419 polên kanêksî hene

12:13 - 17 Kanûna pêşîn 2020

Berpirsa Giştî ya Nûjenkirin, Geşe û Amadekirina Dibistanan li parêzgeha Urmiyê ragihandiye, ku di wê parêzgehê de 419 polên kanêksî hene.

Berpirsa Giştî ya Nûjenkirin, Geşe û Amedekirina Dibistanan a parêzgeha Urmiyê, “Sêpîdê Teyyîb Qasimî” ragihand: “Niha 419 polên kanêksî di parêzgeha Urmiyê de hene ku hewl hatiye dan pêka zêdebûna nifûsa dersxwanan dê dest bi avedankirina dibistanên nû bêne kirin”.

Hewisa “Sêpîdê Teyyîb Qasimî”, ragihand: “Dewletê bona handana xêrxwazan, %50 a xercê dibistanan dê bidin, hekî xêrzxwazek bona nemana polên kanêksî bibe pêşqedem, dewlet jî dê bi wî qasî beşdariyê bike”.

Perwerde û hînkarî pêka yasayên rejîma Îranê bi tev li stuyê rejîmê ye û her hewcehiyekî malî û îdarî hewce dibe ji aliyê rejîmê ve dibe bê cîbicîkirin, lê piraniya xwendingeh û dibistanên ku di wan salên dawiyê de hatine avakirinê ji aliyê xêrxwazan ve bûye û rejîmê jî pişkeke herî kêm ya wan xercan li stuyê xwe girtiye û hin caran jî soza xwe bi cih neaniye û ti pereyek bo wan dibistanan dabîn nekiriye.

Heta xêrxwazek daxwaz neke û xerc dabîn neke ti xwendingeh û dibistanek avedan nabe û hêceta rejîmê jî nebûna bûdceye, li halekê ku bi milyonan Dolar xercê hêzên girêdayê xwe li derve û hêzên serkutkerên xwe yên hundir dike, lê bo perwerde û hînkarî ku girîngtirîn erkê rejîmê ye bûdca hewce dabîn nake.