Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Urmiyê de 700 hezar perawêznişînî hene

12:20 - 24 Şibat 2021

Di parêzgeha Urmiyê de ku yek ji parêzgehên herî dewlemend ji aliyê kangeh, werzêrî, geştyarî û ticaretê ve ye, û hebûna 700 hezar kesên perawêznişînî di wê parêzgehê de cihê pirsyarê ye.

Roja Sêşemî 23ê Şibatê Cihgirê Siyasî, Ewlehî û Civakî yê parêzgarê Urmiyê, “Elî Mistefewî” daye zanîn, ku 700 hezar kes di deverên perawêznişînî yên wê parêzgehê de hene ku dibe xizmetguzariyên yasayî bi wan re bêne kirin.

Rewşa jiyan di parêzgeha Urmiyê de, tevî hebûna çendîn neteweyan, zêdetirin asta çavedêrî û kontrol ji aliyê rejîma Îranê ve heye, û xelkê wan deveran bi taybet xelkê Kurd di wê parêzgehê de rastî cudatîdanîn, guhnedan û pêrenegihîştin ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve dibin û ji piraniya xizmetguzariyan bêpar in.

Deverên parêzgeha Urmiyê ku ji gelek xizmetguzariyan bêpar in, û ti dahatek wan nîne, ew neçar in dest ji karê gundan de berdin û ber bi bajarên wekî Urmiye û Selmas û yên dinê ve herin û di derdorên bajaran de cihgîr bin û eva jî dibe sedema perawêznişînî.