
Birêvebera Giştî ya Perwerde û hînkariya rejîma Îranê li Parêlzgeha Urmiyê “Mehîn Menafî”yê gotiye ku zêdetir ji 12 hezar dersxwanî dest ji hinkariyê berdane.
Herwisa “Mehîn Menafî”yê got: “ Di heyama sala derbasbûyî de hezar û 179 dibistanî û 10 hezar û 719 dersxwanî li pola 2ê ya navendî(debîrstanî) dest ji hînkariyê berdane.
Herwisa wê perpirsa rejîma Îranê gotiye ku destberdana wan dibistanî û dersxwanan ji hînkariyê tevî pirsgirêka Koronayê, girêdayê pirsgirêka Kultûrî, aborî, hejarî, bawera şaş a dayîk û bavan bo pêkanîna jiyana hevpar daye zanîn.
Tevî wan hemû sedeman ku “Mehîn Manafî”yê bas kiriye, di heyamê epîdemiya Koronayê de, nebûna înternet û keresteyên hewce yên hînkariyê, yekek din ji sedemên bingehîn ên destberdana dersxwan û dibistaniyan ji hînkariyê ye.
Cihgirê Fêrkarî yê Pola Seretayiya Wezîrê Perwerde û Hînkariyê, “Rêzvan Hekîmzade” li rêkeftya 27ê meha Pûşpera sala 1400a Rojî de gotibû: “Pêka amara navenda Amarê, 210 hezar dersxwanên destberdayî ji xwendinê di Îranê de hene ku pêka sala derbasbûyî 142 hezar kes zêdetir bûye”.