Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Urmiyê de dîsan sêvên werzêran nehatine kirin û li ser şeqaman mane

12:36 - 10 Îlon 2021

Pirsgêrêka çendîn saleya xwediyê baxçeyên sêwan li parêzgeha Urmiyê hêj nehatiye çareserkirin û dezgehên pêwendîdar sêwên wan nakirin û ew neçar manê li tenîşta rêyan de sêwan li ser hev kom bikin.

Berhemhatina sêwan xercekî zêde heye û hewcehî bi alîkariya hemû alî ya dezgehên pêwendîdar hene lê tevî ku ti alîkariyekê bi wan nadin, wan sêwan jî nakirin û bi sedema bilindbûna nirxa paşkevtkirina sêwan li sarxaneyan, xwediyên wan sêwan neçar dimînin berhema sêwên xwe li tenîşta rêyan de li ser hev kom bikin ku piraniya berhemên wan ji nav diçin.

Rejîma Îranê û berpirsên pêwendîdar ti bernameyeke serast bo alîkarîdan bi xwediyên baxçeyên sêwan tinînin û bi zanebûn wan sêwan ji wan nakirin ku werzêr neçar bimînin bi nirxeke gelek kêmtir wan sêwan bifroşin.

Di wê derheqê de parêzgarê Urmiyê “Mihemedmehdî Şehriyarî” tevî rexnegirtin ji paşkevtkirina sêwan li tenîşta rêyan de got: “Hin kesan bi paşkevtkirina sêwan li tenişta rêyan de bo kirin û firotina sêwan pirsgirêk afirandine”.

Wî berpirsê rejîmê tevî ku ti piştevaniyek ji werzan nekiriye, ew bi afirandina pirsgirêkan jî tawanbar kirine.