Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Urmiyê de nirxa her kepsoleke gazê bû bi 50 hezar tumen

11:31 - 13 Îlon 2020

Heyameke ku nûçeya kêmbûna kepsolên gazê û bilindbûna nirxa kepsola gazê li parêzgeha Urmiyê di nav torên civakî û rûpelên girêdayê bi wê parêzgehê de dest bi dest dibin.

Çend roj beriya niha xelkê parêzgeha Urmiyê û nemaze di deverên derdora bajarê Urmiyê de bi sedema nebûna kepsoklên gazê û bilindbûna nirxan kepsolên gazê nerizayetiyên xwe nîşan dabûn.

Piştî wê nerizayetiyê û derbasbûna heyameke zêde bi ser wê pirsgrêka mezin a xelkê wê parêzgehê de, di dawiyê de berpirsên rejîmê kepsolên gazê kirine pişkdanîn û di yek mehê de her malbetek dikare sê caran kepsolên gazê bikire.

Lê ew biryare heta niha nehatiye cîbicîkirin, tevî cîbicînekirina wê biryarê ji aliyê navendên rejîmê ve, nirxa yek kepsola gazê jî bûye bi 50 hezar tumen.

Xelk di bajarê Urmiye, Şino û Bokan û piraniya bajarên din yên ser bi parêzgeha Urmiyê de, neçar in ku bo dabînkirina kepsoleke gazê bi demjimêran di dorê de bisekînin.

Xelkê wê parêzgehê dane zanîn, heta niha sedan caran serdana navendên pêwendîdar yên rejîmê kirine û ev pirsgirêge nehatiye çareserkirin.