Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parêzgeha Urmiyê de rejîma Îranê çem û cihên hatina lehiyan ra nedane

12:14 - 14 Kanûna pêşîn 2021

Pêka marên rejîmê 145 çem û cihê rabûn û hatina lehiyan di parêzgeha Urmiyê de nehatine radanê û di hegera rabûna lehiyan de renge dubare xisarên micid li xelkê wê parêzgehê bikeve.

Birêveberê Giştî yê Ava Deveriya parêzgeha Urmiyê, “Yasir Rehberdîn” tevî îşare bi nebûna budce bo radana çem û cihên hatina lehiyan gotiye: “Di wê parêzgehê de 145 çem û cihên rabûn û hatina lehiyan hene ku heta niha nehatine radan”.

Parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi sedema bilindahiya deverê û herwisa barînên zêde, cihê rabûna lehiyên bi hêz e, lê bi sedema ranedana çeman û cihên hatina wan lehiyan, her salê xisarên gelek micid li werzêran û zozançiyan û xelkê gund û bajaran dikeve.

Berpirsên rejîma Îranê di wê parêzgehê de bi sedema neşiyan, xemsarî û bi zanebûn bo çareserkirina wê pirsgirêkê û kêmkirina xisarên wan lehiyan ti pêngavek bingehîn hilnegirtine û eger di cihekê de çem an cihek ê rabûn an hatina lehiyan ra dabin, bi şêwezek zanîstî nebûye rêgirî ji xisarên rabûna lehiyê nekiriye.