
Li sarxaneyên parêzgeha Urmiyê, zêdetir li 650 hezar ton sêvên bi kalîteya baş yên werzêran hene ku hekî neyêne firotinê dê werzêr rastî xisarên zêde a malî bibin.
Roja Duşemî 1ê Şibatê, Berpirsê “Saziya Cehada Werzêrî” yê parêzgeha Urmiyê, “Resûl Celîlî” ragihandiye, ku 650 hezar ton sêv bi kalîteya baş di sarxaneyên wê parêzgehê de hene û hekî bo derve neyêne şandinê dê xisar bibin”.
Sêvên werzêran heyamekî zêde ye ku di wan enbarên sarxaneyan de mane û hekî neyêne firotinê, di demeke kin de, dê ji nav herin û xisarên malî yên giran bi werzêran û herwisa kesên xwediyê wan sêvan bikeve.
Rejîma Îranê bona şandina wan sêvan bp bazarên derveyê Îranê ti bernameyekî serast tinîne.
Wezareta “Pîşe, Kange û Ticaret” a rejîma Îranê ti hewleke micid bo firotina wan sêvan nedaye, herwisa bersiva daxwazên werzêran jî nadin.
Parêzgeha Urmiyê ku xwediyê 60 hezar hiktar baxçeyên sêvan e, îsal zêdetir li 1 milyon û 200 hezar ton sêv berhem anîbûn ku li asta Îranê de pileya yekem e, lê berhemên wan bi piranî li ser destên wan werzaêran mane û dem bi dem xisar dibin.