Li parêzgeha Xurasanê zêdetir ji 900 pirojeyên netewav hene û pirojeya kompaniya sîman a “Semengan”ê piştî derbasbûna 20 salan li ser destpê kirina wê de, heta niha jî bi netewav maye.
Serokê Saziya Birêveberî û Dariştina Bername yê parêzgeha Xurasanê “Hesen Parsîpûr” daye zanîn ku, 900 pirojeyên wê parêzgehê bi netewavî mane û bo bi dawî hatina wan projeyan hewcehî bi 7 hezar milyard Tumenî heye.
Herwisa projeya avakirina kompaniya sîman a “Semengan”ê piştî derbasbûna 20 salan heta niha jî bidawî nebûye û cîbicîkirina vê projeyê bi qasekî aloz bûye ku, êdî rohn nîne ew projê dê dawî pê bê an na.
Projeyên rêya hesin a tirenê ya li parêzgeha Xurasanê û yarîgeha sporê ya li bajarê “Bcinûrd”ê, piştî derbasbûna 13 salan bi dawî nebûye û ew proje jî bi netewavî bi cih mane û ti behsek ji berdewamkirina karê wan projeyan li gorê nîne.
Rejîma Îranê bo wan projeyan ti bûdceyek dabîn nekiriye û beşek ji wan projeyan rizî dibin û eger bi lezgînî bidawî nebin dê bibin bi paşmavên bînasaziyê û ji nav herin.