
Kurdistanmedia: Nûnera PDKÎ ya di Rojhilata Kanadayê de, digel parlemanter “Garnat Janas” derheq êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê, ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat gotûbêj kir.
Roja Sêşemî rêkefta 27`ê Xermanana 1397`an (19`ê Îlonê) “Kejal Mihemedî” nûnera PDKÎ ya li rojhilata welatê Kanadayê, di civîna digel parlemanter “Garnat Janas” de, kiryara terorîstî ya 17`ê Xermananê ya rejîma Îslamî ya Îranê ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat û kempa ku malbatên hizbî lê akincîn e, û topbarankirina sînorên Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr, û zêdetir milîtarîzekirina Kurdistan, bidarvekirina girtî û çalakvanên mafê mirovan, girevigirtina çendîn milyonî ya Kurdistana Rojhilat, Rasan û hebûna pêşmerge di navxweyî Kurdistana Rojhilat û hebûna rejîma Îranê wekî gefeke metirsîdar û micid netenê bo ser gelê Kurd, belku bo ser hemû xelkê Îran, dever û berjewendiyên cîhana derve gotûbêj kir.
Di vê civînê de, ku di jora civînên parlemana Kanadayê de hatibû lidarxistin, nûnera PDKÎ derheq êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê û şehîdbûna 15 siyasetvan û pêşmergeyên Demokrat û birîndarbûna nêzîkî 50 pêşmerge û xelkê sivîl û bidarvekirina çalakvanên medenî yên Kurdistan Rojhilat kir.
Derheq girevigirtina çendîn milyonî ya Kurdistana Rojhilat û rola Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îran, û yekdengîbûna Rojhilat û dijkiryara rejîma Îranê de guherînên bîr bûçûnan kirin.
Nûnera PDKÎ herwisa bas ji vê kir ku Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, li 26`ê “Julay”ê de di daxuyaniyekê de bas ji egera êrîşa rejîma komara Îslamî ya Îranê bo ser partiyên Kurd yên Kurdistana Rojhilat kiribû, ku lê bêdeng bûn û bêhelwêstbûna cîhana derve li hemberî wê daxuyaniyê de, rêxweşker bû, ku rejîma Îranê wê êrîşa terorîstî ya bo ser partiya Demokrat encam bide.
“Kejal Mihemedî” bas ji vê jî kir ku, rejîma Îranê bi kiryarên teroîstî, piştevanîkirin û şerê bedel yê di Sûriye, Yemen û welatên din yên deverê de dike û herwisa kiryara terorîstî ya rejîma Îranê ya bo ser bajarê Koyê careke din ji cîhanê re da zelalkirin, ku ev rejîma tu baweriyek bi bingeha mirovî tuneye û tu rêzekê jî bo serweriya welatan nadanê.
Nûnera PDKÎ herwisa bas ji vê kir ku, piştî girevgirtina çendîn milyonî ya Kurdistana Rojhilat, hewlên rejîmê ji bo zêdekirina hêza Spaha Pasdaran û milîtarîzekirina Kurdistanê û destbiserkirina çalakvanên medenî, wezîfeya hemû azadîxwazên cîhanê ye ku vê êrîşê şermezar bikin û di piraktîkê de, piştevaniya partiya Demokrat û Kurdan di xebatkirina bo bidestveanîna azadî û demokrasî û sîkolarîzmê bin.
Herwisa nûnera PDKÎ spasiya Partiya Konsîrvativ kir ku ev êrîşa şermezar kir û daxwaz ji “Janas” kir da ku pêdagîr be li ser wê ku Hikûmeta Kanadayê bi şermezar kirina vê kiryara terorîstî pêşî ji êrîşên din yên bi vî rengî bigirin.
Di dawiyê de jî, “Janas” derheq hewla xwe de got ku, bo vê ku Spaha Pasdaranê bixînin nav rêzbenda terorê de, û evê givaşan bixîne ser Hikûmetê bo wê ku wê biryarê pesend bike.
Di beşeke din a axavtinên xwe de, “Janas” daxwaza raport û çavkaniyên zêdetir ji nûnera PDKÎ kir û spas jî kir bo van zanyariyan.