Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Payîza sala 1399`an de zêdetir ji 7 hezar û 300 zarok zewicîn e

13:47 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Li gorî nûtirîn amarên belavbûyî yên rejîma Îranê, 7 hezar û 313 keçên temen 10 heya 14 salî di demsala Payîza sala 1399`an de zewicîne ku, 192 kes ji wan zarokan ji hevjînê xwe cuda bûne.

Herwisa wê raporê daye xuya ku , di Payîza sala 1399`an de amara zewicîna keçên temen jêr 10 salî sifir bûye û di vê demsalê de 36 hezar û 952 keçên temen 15 heya 19 salî û herwisa 5 hezar û 139 xortên 15 heya 19 salî zewicîne.

Ev amarane di halekê dene ku 364 zarok di Payîza sala 1399`an de ji dayîk bûne ku dayîka wan zarokan, temen wan jêr 15 saliyê bûye.

Bi awayekî giştî li 9 mehên despêka sala 1399`an ,rêjeya 23 hezar û 797 zewicîn bo keçên 10 heya 14 salî û 14 haletên zewicîn bo xortên jêr 15 salî hatine tomarkirin û her di vê heyamê de 522 keçên 10 heya 14 salî ji hevjînê xwe cuda bûne.

Li gorî gotina karnasan zewicîna zarokan di Îranê de bi sedema  yasaya bineretî, kultûr û rewşa civakê ye.