
Qatên cuda cudaye xelkê Îranê, ku ji dest rejîma zalime Îslamî vêzar bûne, û roj bi rojê zêdetir jiyana xelkê dijvartir dibe, lewma bi nîşana nerizayetî li hember , bê karî, bihatî, bê dahatî, nedana hiquq, û dehan pisên dinê, rojane derdikevne ser kolanan, û bi kombûn û mangirtin û dirûşman, daxwaziyên xwe tînine ber bas û nerizayetiyê didne xûyakirin.
Di dirêjiya nerizayetiyan de, roja derbas bûyî , Çwarşemî 15 ê Tîrmeha 2020 an, di piraniya bajarên Îranê de, kesên xanenişîn kirî, “ baznişest” û karmend, bi hilkevta roja “çawedêriya civakî” anku te`emînê êctima`eî, kombûnên nerizayetiyê li dar xistin û bi dana diruşman, daxwazên xwe anîne ber bas.
Di piraniya bajaran de, ku ew qata pişt guh havêtî ber derê Îdara Te`emîn Ictima`eî kom bibûn, ji aliyê hêzên tepeserkare rejîmê ve kevtne ber êrîşê û gelek cihan nehêla kom bibin.
Hinek ji wan bajarên ku şahidê xwenîşandan û nerizayetiyan bûn, ewin: Tehran, Kerec, tewrêz, Meşhed, Bêcnûrd, Ehwaz, Kirmaşan, Îlam, Isfehan, Erak û gelek bajarên dinê.
Wan xwenîşanderan daxwaza mafê dabîn kirina xwe ji varê civakî ve dikirin, ku ew serê çendîn mehane rejîmê hiqûqê wan nedayê, yan bîma dermaniye wan nade.
Di demekê de ku hemî rojê di zaf cihên Îranê de xwenîşandan û nerizayetî û mangirtin heye, rejîm di vê derheqê deji media yên xwe ve çi tiştekê nabê.