Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di piraniya Îranê de Ard nemaye û Gaz peyda nabe

17:09 - 8 Çirriya pêşîn 2020

Di çendîn bajarên Îranê bi taybet bajarê Urmiyê de Nan peyda nabe û xelk rastî pirsgirêkan bûye û herwisa kêmbûna Gazê di çendîn bajarên Îranê de bûye pirsgirêkeke micid a xelkê wan bajar û deveran.

Kêmbûn an peydanebûna hinek ji hewcehiyên jiyanê wekî Nan û Gazê di Îranê de bûye pirsgirêkeke micid, Nanwaxaneyên çendîn bajarên Îranê wekî Urmiyê, Tewrêz, Sayîn Qela, Serdeşt û Miyandawê de, rastî pirsgirêka kêmbûna Ard hatine û nikarin Nanê hewce bo xelkê dabîn bikin, herwisa di çendîn bajarên Îranê wekî bajarê Quds û Şehriyar di parêzgeha Tehranê jî, Gaz bi zehmetî peyda dibe û sefên dirêj yên Gazê têne dîtin.

Nanwaxaneyên çendîn bajaran bo agehdarkirina xelkê li ser derê Nanwaxaneyên xwe nivîsandine:

“Bi sedema dabîn nekirina Ard ji aliyê navendên girêdayê ve, ard tinîne,Nanwaxane nikarin karê dewletê jî bikin lewma nirxa Nan bilind bûye”.

Di bajarê Urmiyê de nirxa her Nanekî Sengek yê asayî 2500 tumen û Sengek ya bi run û kunciyan 4000 tumen e.

Ardê hewce bo Nanwaxaneyan ji aliyê rejîmê ve bi tewahî dabîn nabe û nirxa Ard di bazara azad de bilind e û sedema bilindbûna nirxa Nan gendelî û dizîna Ard ji aliyê berpirsên rejîmê ve ye.

Di devera Mirgewer a bajarê Urmiyê de jî, sefên dirêj bona pirkirna kepsûlên Gazê têne dîtin û xelkê perîşan ji kêmbûna Nan digel kêmbûna Gazê jî rûberû bûne.