
Roja Yekşemî 11ê Pûşpera 1401an a Rojî, Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistan a Îranê, weke emegnasî û rêzgirtin ji wan jinên têkoşer ku mil bi milê hevjînên xwe yên şoreşger di nav xebatê de bi têkoşîn bona bidestveanîna hêvî û armancên jinan di çarçoveya rêkxirava Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistan a Îranê de xwe ji ti cangorî û fîdakariyekê bê par nekirine, rêûresimek lidar xist.
Rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.
Beşek ji endamên rêberî, kadir, pêşmerge û malbatên pêşmergeyan di vê rêûresmê de beşdar bûn.
Di beşek din a vê rêûresimê de helbestek ji aliyê “Jîno Hacîresûlî” ya bi navê “Salare Jin” ya helbestvanê pêşmerge “Cemal Fetihî” hat pêşkeşkirin.
Piştire ji wan jinên ku ev heyama 20 salane di nav rêzên şoreşê de ne, lewheyên rêzgirtinê hatin pêşkêşkirin.
Lewheyên rêzgirtinê ji aliyê Cihgirê Duyem yê Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ “Mihemednezîf Qadirî”, “Seyîd Elî Rehmanî” Kadirê berê , endama Navenda Siyasî “Rûnak Fetihî”, endamê Desteya Kargêrî “Fuad Xakîbêgî” Sikretêra Yekîtiya Jinan “Şine Dirûdger” û Cihgirê Sikretêra Yekîtiya Jinan “Seyran Izetî” ji wan jinan re hatin pêşkêşkirin ku heyama 20 salane di nav refên şoreşê de ne.
Herwisa di berdewamiya rêûresimê de, ji aliyê “Ferîde Mihemedzade” ve lewheya rêzgirtinê ji endamê berê yê Yekîtiya Jinan re hat pêşkeşkirin.
Di dawiya rêûresimê de jî, “Aro Semedî” helbestek pêşkêşî beşdarbûyan kir.