
Di rêûresmekê de hejmarek ji endamên PDKÎyê li komîteyên “Pişder, Bîtwên û Koye” yê ku heyamê 20 salan çalakane erkên Hizbî bi rê ve birine, hatne xelatkirin û lewhê rêzgirtinê bi wan hate dane.
Rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û demekê bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan dest pêkir.
Piştre “Şerham Hemîdzade” Berpirsê Beşa Aşkira ya Dezgeha Rêkxistina PDKÎ basek taybet li ser “girîngiya karê rêkxistinî û sedema pêşkêşkirina vê lewheya 20 sale bi endaman û mafên wan” di Hizbê de pêşkêş bi beşdarbûyan kir.
Piştre sirûdek li jêr navê “Her Dêynewe” ji aliyê Hunermend û endamê PDKÎ “Fetah Sewzewarî” ve hate pêşkêşkirin.
Di beşek din a vê reûsemê de, lewheyên rêzgirtinê ji aliyê “Mihemed nezîf Qadirî”, Cihgirê Duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Husên Nazdar”, endamê navenda siyasî, “Rostem Cehangîrî” berpirsê Dezgeha Çavedêrî û Lîkolîn a PDKÎ û “Xalid Derwîje” endamê Desteya Kargêrî ya PDKÎ ve, pêşkîşî wan endaman hatine kirin ku zêdetir ji 20 salan erkê endametiya xwe di Hizbê de birê ve birine.
Endamên ku lewheya rêzgirtinê vergirtin ev in:
Ji komîteya Piştder: “Kerîm Îbrahîmpûr, Gulê Yûsifî, Amîne Mihemedî, Umer Resûlî, Mehmûd Tehayî, Marif Tehayî, Mihemed Îzzetxwah, Ceifer Ehmedzade û Qadir Mihemedî”
Ji komîteya Bîtwên: “Fetah Îbrahîmî, Fetah Sewzewarî, Qadir Reşî û Resûl Ebdullapûr”
Ji komîteya Koye: “Behcet Azadîxwah, Seîd Kake Axazade, Hadiye Ebdulanijad, Teha Benduxt, Qerenî Pûrpîrot, Besîde Rûhanî û Xedîce Mîrzayî”.
Rêûresim bi şayî û govendê bi dawî hat.