Dezgeha Rêkxistina Giştî ya Hizbê rêûresimek bo endamên eşkere yên Hizba Demokrat yên li Koyê lidar xist, û di vê rêûresimê de rêz ji wan endaman hat girtin ku 20 ev salin mandînenasane xizmetê bo hizb û gelê xwe dikin.
Ew rêûresima bi beşdariya beşek ji endamên rêberî, kadir, pêşmerge, malbat û endamên eşkere yên Hizba Demkoratê hate lidarxistin.
Rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêz girtin ji cane pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir.
Piştî xêrgotina ji beşdarbûyên rêûresimê, Berpirsê Teşkîlata Eşkere yê Hizba Demokratê “Şehram Hemîdzade” çend gotinek li derheq erk û rola endamên hizbê pêşkêşî amadebûyan kir.
Piştire sirûdek li ser navê “Qefes” hate pêşkêşkirin.
Di berdewamiyê de dêkomêntarek li ser dîroka komîteya “Zagros” û kar û çalakiyên vê komîteyên hate nîşandan.
Di beşek din a vê rêûresimê rêz ji wan jinan hate girtin ku, ev heyama 20 salane wekî endamên eşkere yên hizbê xebat û têkoşînê dikin, nave wan wiha ne: “Şemsî Îsmaîlzade, Nedîfe Esedî, Rûnak Fetihî, Îsmet Resûlpûr, Viyan Husênî, Zîba Rewşen, Seyran Îzetî û Vîda Yarî.”
Piştre stiranek folklor ji aliyê “Xulam Fatihî” ve hate pêşkêşkirin.
Rêûresim bi şahî û dîlanê bi dawî hat.