Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di roja cihaniya kedkar de çendîn kombûn li Îranê hatine lidarxistin

13:41 - 1 Gulan 2021

Li roja cîhanî ya Kedkaran li 1ê May (Gulan)ê de çendîn kombûn nerizayetî ji aliyê girûpên cuda yên kedkarî û malnişînkiriyan ve li seranserê Îranê bi rê ve çûn.

Pêka vîdyoyên ku li torên civakî de belav bûne, ew kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên wekî Tehran, Kerec, Kirmaşan, Sûş, Meşhed û Tewrêzê de hatine lidarxistin û daxwaza baştirbûna rewşa jiyan û ewlehiya kar kirine ku hêzên ewlehî, întizamî û polîsên rejîma Îranê, hewla têkdan û rêgirîkirin ji wan kombûnan dane.

Ew kombûn di halekê de bi rê ve çûne ku amar û raporên cuda didin xuya, ku rewşa jiyana xelkê û ewlehiya kar a kedkaran ber bi dijwariyên zêdetir û pirsgirêkên girantir ve diçe û li heyamê sala derbasbûyî de jî, bi berdewamî navendên pîşeyî û kedkarên nerazî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye serkutkirin.

Di sala derbasbû de bi 10an kedkar hatine binçavkirin û çendîn kombûn û xwenîşandanên demdirêj bi rê ve çûne, lê piraniya daxwazên wan kedkaran nahtine berçavgirtin.

Çendîn cezayên giran bi ser kedkaran de sepandine û ewlehiya kar bo kedkaran nemaye û gefa liserkarderxistin tim li ser wan de heye.