Di çend rojên derbasbûyî de, endam û alîgirên PDKÎ li taxên “Mam Temir û Selîm Abad” ên bajarê Şinoyê bi lidarxistina çalakiyên berfireh ên banghêjiyê, soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Endam û alîgirên PDKÎ bi belavkirina siloganên taybet bi baykotkirina hilbijartinên rejîmê, wekî: “dengdan bi rejimê, xiyanet bi xwîna şehîdan e û serbikeve Rasan” soza xwe digel şehîdan bi taybet şehîd “Simko Memhel, şehîd Sohrab Xedîrîpûr, şehîd Hadî Şêxe û şehîd Eyûb Sultanî” nû kirin.
Endamên PDKÎ li bajarê Şinoyê daxwaz ji xelkê kirine ku beşdariyê di hilbijartinan de nekin.