Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Şinoyê çalakiyên banghêjî lidar xistin û careke din piştevaniya xwe ji PDKÎyê ragihandin.
Xortên Demokrat li felekeya “Sîngan”ê li bajarê Şinoyê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, peymana xwe digel rêbaza şehîdan û şehîdê nû yê gelê Kurd, şehîd “Osman Mistefapûr” nû kirin.
Endam û alîgirên PDKÎ bi silogana “Silav li şehîdan, silav li şehîd “Osman Mistefapûr û serbikeve Rasan” çalakiyên xwe lidar xistin û amadebûna xwe bo her core erkekî Hizbî, ragihandin.