Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Rojhilatê Kurdistanê de çend çalakiyên teblîxî bi rê ve çûn

13:24 - 24 Hezîran 2021

Yekîtiya Lawan li gundên “Gergûl û Lacan” ên girêdayê bajarê Pîranşarê, bona piştewanîkirin li PDKÎ û nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdan, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Ew çalakiyane bî kêşana wêneya Alaya Kurdistanê û durişmên wekî “Bijî Demokrat, şehîd Eyûb û şehîd Hadî rêbza we berdewam e, Rasan berdewam e, caş dê bigihîjne cezaya xwe, Pêşmergên Bajar piştewanê Pêşmergên Çiya ne” bi rê ve çûn.

Endam û alîgirên PDKÎ bi berdewamî soza xwe nû dikin ku, her dem amadeyê cîbicîkirina erk û biryarên Partiya Demokrat in.