
Di bajarên Kurdistanê de, qutbûna berqê bûye sedema xisarên zêde û rejîma Îranê nirxa berqê di gund û bajaran de bilindtir kiriye.
Qutbûna berqê di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûne sedem ku karên pîşeyî, ticaret û berhemanîn rastî xisran bibin û di çendên bajaran de bi sedema germayê û nebûna berqê, xelkê bazar û dukanên xwe dayxistine û beşeke kelûpelên wan bi sedema germayê ji nav çûne, kar di kargeh û cihên berhemanînê de rawestiyaye û rejîmê jî nirxa berqê bilindtir kiriye.
Di bajarên wekî Pîranşarê de dukandaran dukanên xwe dayxistine û cihên xwedîkirina ajelan û herwisa berhemanîna goşt rastî rawestana kar û xisarên malî hatine.
Qutbûna berqê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi sedema kevinbûna hêlên veguhastinê, bikaranîna maynerên Bît Kûîn ji aliyê rejmê, nebûna zanista hewce bona dabeşkirina berqê û çendîn sedemên din bûne sedem ku xelk rastî xisaran bibin û derb bi aboriya xelkê bikeve.
Di çendîn bajarên mezin de, xelkê bi sedema qutbûna berqê xwenîşandan lidar xistine û slogan li dijî rejîmê dane ku slogana “bimre Xamineyî û bimber dîktator yek ji wan e.