Di parêzgeha Îlamê de bi sedema Koronayê heya niha zêdetir ji 445 kes tûş bûne û 47 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Serokê Zanîngeha Tendirustî a parêzgeha Îlamê, Mihemed Kerîmiyan,roja Sêşemî 2`ê Banemer, dabû zanîn ku, di 24 demjimêrên derbasbûyî de li parêzgeha Îlamê 7 kes tûş bûne û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane. Bi giştî heya niha 445 kes tûş bûne û 47 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Lê pêka hin amarên din ku hatine belavkirin, di parêzgeha Îlamê de zêdeyê 600 kes tûşê Koronayê bûne û 62 kesan zêdetir jî canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Kirmaşanê, 890 kes tûş bûne û 39 kes bûne qurbanî. Berdevkê Sitada Berengarîkirin li hember Koronayê, Îbrahîm Şekîbayî, roja Sêşemî 2`ê Banemer, bas ji tûşbûna 107 pizîşk û kadrên dermanî yên parêzgeha Kirmaşanê kiribû.
Li parêzgeha Sine jî, 1015 kes tûş bûne û 39 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Luristanê jî, 1400 tûşbûyî û 41 can ji dest dayî heye.
Di parêzgeha Urmiyê de heya niha bi sedema Koronayê, 2024 kes tûş bûne û 149 kesan canê xwe ji dest dane.
Heya niha di Rojhilatê Kurdistanê de pêka amarên fermî yên rejîmê û dûr ji rastiyê, li ser hev 5774 kes tûşê Koronayê bûne û 315 kesan jî canê xwe ji dest dane. Lê ew amarana yên Navendên Tendirustî yên ser bi rejîmê ne, û rejîm amarên serast belav nake, amarên serast çend hember ji amarên rejîmê ne.