Cihgirê serokê Encumena Berhemanîna Derman ê rejîma Îranê “Elî fatimî” gotiye: “berê bo hejmarek ji nexweşiyên taybet û çend core dermanên bîyanî me derman kêm hebûn, lê niha dermanên wekî “Tetracycline û Clidinium C” jî ku berhemên navxweyî ne dest nakevin”.
Herwisa bas kiriye: “Niha bi giştî zêdetir li 150 core derman dest nakevin an bi kêmî dest dikevin û tevî destnekevtina dermanê Ensolîn, dije xemokî û geşkê, rastî destnekevtina demanên nexweşiyên sîstema hinavan û heta antîbiyotîkan jî hatine”.
Herwisa Elî Fatimî îdia kiriye: “Bi sedema vê yekê ku perê dewletî di dema hewce de bo kirîna dermanan nayê dabînkirin, dibe sedema vê yekê ku em rastî destnekevtina dermanan bibin û bi sedema nebûna dermanên cihgir, welatî bo dabînkirina wan core dermanan tûşî pirsgirêkan dibin”.
Herwisa navbirî ew jî gotiye: “Bo berhemên navxweyî perê 4 hezar û 200 Tumenî nayê dabînkirin û ew di halekê de ye ku madên hewce û mûçeya peronelan li ser nirxa dawî ya berhemên navxweyî, bandor hene û ji aliyê din ve berhemanîna dermanan li kompaniyên berhemanînê de kêm bûne û li rengehiya berdewambûna wê rewşê, bo dawiya salê em dê rastî destnekevtina gelek dermanan bibin”.
Herwisa “Fatimî got: “Piraniya hewcehiyên bingehîn ên berhemanîna wan dermanan ji derve têne kirîn û divê bi pereyê bi nirxa 4 hezar û 200 Tumenî bêne kirîn û dewletê pere wê yekê tinîne ku bikare bûdceya hewce bo berhemanînê dabîn bike”.