Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de li heyama 2 heftiyan 4 hezar dersxwan tûşî Koronayê bûne

16:18 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Kêmtir ji mehekê ye ku dibistan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest bi xwendin di polên wanegtotinê de kirine lê bi sedema berçavnegirtina yasayên tendirustiyê rojane di her parêzgehekê de bas li tûşbûna hejmarek li dersxwan û mamostayan bi vîrûsa Koronayê dikin lê ji aliyê din ve berpirsên payebilind ên rejîma Îranê wê yekê înkar dikin.

Di 20 rojên derbasbûyî de li parêzgehên “Tehranê 2 hezar dersxwan, Xurasanê hezar û 500 dersxwan, bajarê Kaşan li parêzgeha Îsfehanê 200 dersxwan, parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê 180 dersxwan, li Qumê 150 dersxwan, li Îlamê 15 dersxwan û 4 mamosta û li Luristanê 15 dersxwan” tûşî vîrûsa koronayê bûne.

Birêveberê Zanistî yê Navende rawestan li dijî Kornayê ya rejîma îranê “Vehîd Zakirî” di wê derheqê de got: “Mixabin di wan dibistanan de rêjeyek pêketiyên bi vîrûsa Koronayê hene ku bi sedema berçavnegirtina yasayên xweparastinê tûş bûne, helbet di dibistanek taybet û diyarîkirî de an li bajarek nîne belku amar gîştî ne”.

Berwajiyê gotinên “Vehîd Zakirî” ,Wezîrê Hundir ê rejîma Îranê Pasdar “Ehmed Vehîdî” bo çewaşekariyan di vê derheqê de gotiye: “Tevahiya dersxwanên ku temenê wan serweyî 12 salan e hatine vaksînekirin. Dersxwanan di heftiyê de 2 rojan li polên hînkariyê de bi berçavgirtina yasayên xweparastinê amade bin. Heta niha rewşek xirab a tendirustiyê di dibistanan de tine bûye”.

Ji aliyê din ve, Cihgirê Wezîrê Tendirustiyê yê rejîma Îranê “Muhsin Ferhadî”, îdiayên Wezîrê Hundir ê rejîmê Pasdar “Ehmed Vehîdî” bi derev derxistine û gotiye: “Hejmarek ji malbatan bi rêya malperên Fermî ên wezaterê ve şikayet li ser pêbendbûna dibistanan bi yasayên xweparastinê Tomar kirine. Piraniya dibistanan pêbendê yasayên xweparastinê ku bo wan hartine diyarîkirinê, nînin.