Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sarxaneyên parêzgeha Urmiyê de hêj 300 hezar Ton sêv mane

11:22 - 27 Şibat 2022

Rêjeyek zêde ji Sêvên werzêrên parêzgeha “Urmiyê” bi sedema nebûa bazara firotinê, di sarxaneyên wê parêzgehê de mane û biriyar e ku bi nirxek kêm di bazarên Îranê de bêne firotin.

Pêka nûçeyên belav bûyî li nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê, hêj 300 hezar ton sêv di sarxaneyên parêzgeha “Urmiyê” de mane û bi sedema ji destçûna bazarên cîhanî û sekinîn a meşa firotina sêvan bo welatên din û bilindbûna nirxa veguhastinê û herwisa xemsariya navendên pêwendîdar ew berhemên werzêrî nehatine firotin.

Di wê derheqê de Cihgirê Navenda Geşedan bi Bazirganiya Parêzgeha Urmiyê, “Nadir Rehîmî” di civînekê de gotiye: “Biryar e ku di devedevê hatina sersalê û newrozê de, sêvên parêzgeha Urmiyê %40 erzantir li nirxa sêvan, di meydanan Tehranê de bêne firotin.”

Parêzgeha “Urmiyê” yek ji navendên berhemanîna sêvan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ye ku her salê zêdetir li miliyonek û 270 hezar ton sêv di wê parêzgehê de têne berhemanîn, lê her salê bi sedema nebûna bername bo firotina wan sêvan û xemsariya navendên pêwendîdar li sarxaneyan de dimînin û di dawiyê de yan li wir dirizin an bi nirxek kêm tên firotin ku di encam de xirarên giran ên malî bo werzêran li pey xwe tîne.