Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sê mehan de, gazgirtinê canê 11 hevwelatiyên Kurd li Kirmanşanê sitandiye

18:27 - 2 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: Di sê mehên demsala Payîzê de 11 hemwelatî li Kirmanşanê bi sedema gazgirtinê canê xwe ji dest dan e û 37 kes ji hatine birîndarkirin.

Nûçegihaniya Mêhir li devê rêveberê bûyera nexwezyar û firagehştin ya pizişkî a parêzgeha Kirmanşanê bilav kir, di sê mehên demsala Payîza sala 1392\'a Rojî de, 48 hemwelatî li parêzgeha Kirmanşanê tûşî gazgirtinê bûn ku 11 kes ji wan hevwelatiyene jiyana xwe ji dest dan e.

11 kes ji wan 48 hevwelatiyene ku tûşî gazgirtinê bûne bi sedema jehrîbûna bi gaza CO2, jiyana xwe ji dest dan e û 37 kesên din jî hatine birîndarkirin.

Nastandarî û nebûna îmkanata emnî û berçavnegirtina alavên germkirinê dibe sedema can ji dest dana hemwelatiyên Kurd li bajarên Kurdakincî yên Îranê.