Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Selmasê de pirsgirîka bê aviyê bûye krîz

12:05 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi sedema hişkesalî û nebûna sîstemeke zanistî bona dabeşkirina avê, 19 gundên girêdayê bajarê Selmasê rastî pirsgirêka micid a bê aviyê hatine û hewcehî bi gihandina lezgîn a avê heye.

Fermandarê bajarê Selmasê “Elîekber Eskerî” tevî îşarekirin bi krîza avê li Selmasê gotiye: “19 gundên girêdayê wî bajarî di rewşa sor a bê aviyê de ne û hewce ye alavên taybet bi veguhastina avê bi awayê gerok bo wan gundan bêne dabînkirin”.

Wan 19 gundan zêdetir ji mehekê ye ku pirsgirêka micid a bê aviyê hene û berpirsên rejîmê bi tenê silogan dane û ti avek bona wan gundan nehatiye şandin û piraniya xelkê wan gundan bi sedema hejariyê nikarin avê bikirin.

Di wê derheqê de berpirsê Ofîsa Birêvebirina Krîzan a Kompaniya Av û Averoya parêzgeha Urmiyê, “Ferzad Hekîmî” bi çewtekariyan îdia kiriye: “Ava 100 gundên parêzgeha Urmiyê di dema hewce û krîzan de bi şêwaza tankerên gerok têne dabînkirin”,

Gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku 19 gundên ser bi bajarê Selmasê zêdetir ji mehekê ye ku rastî krîza bê aviyê hatine û berpirsên rejîmê tevî agehdarbûn ji wê rewşê, ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtine.