Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şer û pevçûna di navbera xelkê Felistîn û polîsên Îsraîlê de 152 kes birîndar bûn

13:38 - 16 Nîsan 2022

Şer û pevçûn li derdorê mizgevta “El-eqsa” di navbera xelkê “Felistînê û Îsraîl”ê de qewimî û 152 Felistînî birîndar bûn.

Roja Înê 15ê Nîsanê li bajarê “Orşelîm”ê li nêzî mizgevta “El-eqsa” şer û pevçûn di navbera polîsên “Îsraîl” û xelkê “Felistîn”ê de qewimî pêka gotina “Heyva Sor a Felistîn”ê ji vê şerê 152 Felistînî bi guleyên lastîkî û bombên dengî û derba batomên polîsên Îsraîlê birîndar bûne û herwisa 3 polîsên Îsraîlî jî hatine birîndarkirin.

Di vê derheqê de polîsên “Îsraîl”ê ragihandiye ku sedan Felistînî bi keviran êrîşê ser cihên pîroz ên “Cihûyan” kirine.

Berpirsek paye bilind yê “Felistîn”ê bi Nûçegihaniya “Reuters” re ragihandiye: “Welatên Misir, Qeter û Saziya Netewên Yekgirtî bo navbeynçîtiya navbera girûpên Felistînî yên bi rêberayetiya Hemas û welatê Îsraîlê çûne pêş heta ku pêşiya berfirehbûna şer û tundûtîjiyan bigirin.”

Di vê derheqê de Wezareta Derve ya Amerîkayê jî nîgeraniya xwe li derheq wî şer û pevçûnê nîşan daye.