Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şer û pevçunekê de li Sewlava çend kes ji hêzên rejîmê, hatne kuştin

14:05 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja çwarşemiyê 15 ê Tîrmeha 2020 an, di encama şer û pevçunekê de li gundê Blber girêdayî bi Sewlava yê de, di navbera hêzên Sipaha terorîste Pastaran û girûpek ji çekdarên nenaskirî de, çendîn kes ji hêzên rejîmê hatne kuştin.

Gorî zaniyariyan di wî şerî de, 2 kes ji kirêgitiyên rejîmê, bi navên Cemal Kerîmî fermandê Besîc a herêma Hewramanê û Mihemed Keremî , hatine kuştin û caşekî dinê jî bi navê Mihemed Muradî birîndar bûye.

Di vê derheqê de Qirargeha Hemze ya Sipaha terorîste Pastaran, bi belavkirina daxuyaniyekê, navê kuştiyên di wî şetî de piştrast kir.

Heya dema amade kirina wî nûçeyî, tu hêz û aliyekî Kurd yên dijberî rejîma Îranê, ev şer nekêşane ustiyê xwe.

Lê rejîma Îranê û Sipaha terorîste Pastaran, encamderên wî şerî xiste ustiyê hêzên Kurd yên dijberî rejîmê.