Hêzên “Ceyşul Edil” êrîş kirne ser 2 maşînên Spaha Pasdaran a terorîst ku di encamê de 5 pasdar hatine kuştin û 3ê jî b dîl hatne girtine.
Roja Sêşemî 2ê Adarê, 2 maşînên Spaha Pasdaran rastî êrîşekê hatin û pêka nûçegihaniya “Resed a Belûçistan”ê, di encama wê êrîşa hêzên “Ceyşûl Edil” bo ser 2 maşînên Spaha Pasdran, yek ji wan maşînan hatiye ji navbirin û ya din jî hatiye rawestandin û kesên di wê maşînê de bi dîl hatine girtine.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku 5 endamên Spaha Pasdaran di wî şerî de hatine kuştin û 3 pasdr jî hatine girtin.
Li wê derheqê de, Cihgirê Ewlehiya-Întizamî ya Parêzgariya Sîstan û Belûçistanê, “Mihemedhadî Mer`eşî” ragihand ku maşineke hêzên Spaha Pasdaran ketiye ber êrîşê û ew êrîş li “Kiştgan” a devera “Bempoşt” a girêdayê bajarê Serawanê de çêbûye.
Herwisa Spaha Pasdaran ew êrîşa li ser hêzên xwe piştrast kirin.
Çend heftiye ku di navbera xelkê Belûç û hêzên tepeserkare rejîmê de şer û pevçûn heye û heta niha rejîma Îranê çendîn kesên Belûç kuştine û xelkê Belûç jî di berteka wan cinayetan de bê deng nemaye û berewaniyê ji xwe dike.