Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Serdeştê de şikeftekî avî hat dîtin

15:30 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmdia: Di cihekê bi navê gimtika Serçeme li baxê Heware Berze ya ser bi bajarê Rebetê de, şikeftekî nû a avî hat dîtin.

Şikefta han di demekê de hat dîtin ku kedkarên belediyê mijûlê karkirin di baxê Heware Berze de bûn ku deriyê şikeftê hat dîtin.

Nûçegihaniya Îrna bilav kir, ku girupekî kevnarnasî a zanîngeha Kurdistanê bo vî cihê rêkirine ku karîne 30 mêtir ji vê şikefta avî gengeşe û lêkonînê li ser bikin.

Karzan li ser vê bawerê ne ku bi terxankirina bûdce û çêkirina cihekî geştyarî û kevnarî, deşta bajarê Rebetê bikene seyrangehekî mizrin di Îran û parêzgeha Urmiyê de.

Şikefta han ji 100 mêtriya kaniya ava wexwarina bajarê Rebetê hilkewtiye û egera ewê di gorê de ku ligel Kanî Girawan di mewdaya 1.5 kîlomêtriyên de girêdayî be.

Bajarê Rebetê bajarekî kevnare û çendîn gimtikên kevnar tê de hene û pitir ji 8 hezar sal pêşîne vê heye û yek ji kevintirî cihe ku mirov tê de rûniştî ne, tête hejmarkirin.

Zivistana sala derbasbûyî hejmarek ji çiyavanên bajarê Serdeştê yek ji mezintirîn şikeftên Îranê di devera Wezîneya ser bi bajarê Mîrava dîtin ku ji 54 kîlomêtriya navenda bajarê Serdeştê hilkewtiye.