Serkomarê Ukraynê “Viladêmîr Zêlêniskî” ragihandiye ku ji destpêka şerê Rûsiyê digel Ukraynê, derdora 2 hezar û 500 heta 3 hezar serbazên Ukranê hatine kuşrin.
Serkomarê Ukranê “Vîladêmîr Zêlêniskî” di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “CNN” ragihand: “Di şerê Rûsiye digel Ukraynê, derdora 2 hezar û 500 heta 3 hezar serbazên Ukraynê hatine kuştin û nêzî 10 hezar serbazên Ukraynê jî hatyine birîndarkirin û rohn nîne ku çend kes ji wan serbazên birîndar dê zindî bimînin”.
Herwisa Serkomarê Ukranê ragihandiye ku di heyama wî şerî de 19 heta 20 hezar serbazên Rûsiyê hatine kuştin.
Welatên Rojavayî berevird kirine ku çend hezar ji hêzên Rûsiyê li şerê digel Ukraynê hatine kuştin û eva di halekê de ye ku Rûsiyê ragihandiye ku nêzî hezar û 350 serbazên Rûsiyê hatine kuştin.
Herwisa Polîsê Ukraynê ragihandiye ku piştî paşvekêşana hêzên Rûsiyê ji bakurê Ukraynê, zêdetir ji 900 termê kesên sivîl li derdora bajarê “Kiyef”ê peyda kirine ku piraniya wan bi gulle hatine kuştin.
Herwisa Polîsê “Kiyêf”ê daye zanîn ku her rojê çendîn term ji xelkê sivîl li nav xaniyên kawilbûyî de dertînin û %95 termê wan hevwelatiyan ku li ser şeqaman mabûn bi gulleyan hatibûne kuştin.