Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sînorê Urimiyê de 3 Pastar hatin kuştin û 10 ên din jî hatin girtin

21:13 - 26 Gulan 2015

Kurdistan Media: Piştî bûyerên çend rojên borî yên Kêleşînê, herjmarek Pastarên rejîma Îranê li ser sînorê Urimiye û Şino’ê hatine kuştin û çend yên din jî hatin girtin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media û li ser bingeha ajansa Kurdpa, di pevçûnekê de li sînorê Kêleşîna Şino 3 Pastarên “Sipaha Pasdaran” hatine kuştin û çend kes jî hatine destbiser kirin.

Ajansa Kurdpa ji zarê çavkaniyek haydar li devera Şino, nûçeya han veguhastiye û sedema mirina wan pastaran bi hûrî piştrast nekiriye.

Li gor vê çavkaniyê, termê wan pastaran bo nawendên nizamî yên rejîmê li bajarê Şino yê hatine veguhastin.

Kurdpayê ji zarê wî jêderî ve nivîsandiye ku: Egera wê hindê heye ku kuştina wan pastaran pêwendî bi şer û pevçûnên bi pêşmergeyên PDK Îranê re hebe ku li vê deverê de ne.

Pêştir jî fermandeyekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li devera Kêleşînê de nûçeya mifahwergirtina hêzên Sipaha pastaran ji kinc û cil û bergên girîlayan belav kiribû.

10 pastarên Sipaha Pastaranê hatin girtin

10 endamên xwecihî yên Sipaha Pasdaran ji aliyê Îtilaatê “Sipaha Şoheda” ve hatin binçav kirin.

Kurdpa di vê derheqê de nivîsandiye ku: Di çend rojên borî de berpirsê çek û teqmeniyên Yekîneya operasiyonê ya “Xerazî” li Zêwe de bi tometa dizî ji enbara çek û teqemeniyan ve hatiye binçav kirin.

Wî berpirsî, îtiraf bi hevkariya hejmarek din ji dar destên rejîmê yên wê deverê jî kiriye.
Wê çavkaniyê tu zaniyaryên din jî li dor nasname û çarenivîsa wan hêzên rejîmê li nawendên ewlehiyê de nedane.

Kurdpa ji zarê hin hevwelatiyên deverê, daye zanîn: Di dema hizûra dubare ya pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li ser sînorê Parêzgeha Urimiyê, dardest û hêzên xwecihî yên ser bi rejîmê, ji aliyê nawendên nizamî ve hatine vexwendin û di çarçoveya rêxistinên nû de bo ser sînor hatine şandin.