Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Sûriyê de 2 kes ji hêzên rejîma Îranê hatine kuştin

13:21 - 4 Hezîran 2021

Roja Pêncşemî 3ê Hezîranê, 2 Pasdarên terorîst ên bi navên “Hesen Ebdullahzade û Muhsin Ebbasî” li ser rêya “Dêrelzûr-Tedmer”ê kevtine nav boseyê û hatine kuştin.

Nûçegihaniyeke girêdayê rejîma Îranê li raporekê de daye xuyakirin ku ew 2 kes kevtine nav boseya hêzên “DAÎŞ”ê.

Rejîma Îranî li wan 10 salên derbasbûyî de, bi awayê rasterast li şerê Sûriyê de beşdarî kiriye û bi şandina hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên din ên milîs li welatên wekî “Lubnan, Îraq, Pakistan û Efxanistan”ê de gelik cehd kir bona avakirin û rêkxistina binkeyên leşkerî di wan welatan de.

Di çend salên derbasbûyî de, Îsraîlê bi berdewamî êrîşî kiriye ser hêzên rejîma Îslamiya Îranê li Sûriyê de û hejmareke zêde ji hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û bi 10an enbarên cebilxaneya rejîmê ji nav birine.