Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Sûriyê de 62 hezar zarok sêwî man

14:34 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de heta niha zêdeyî 62 hezar zarok sêwî man.

Serokê Lijneya Rêvebirinê yê Komeleya Sêwiyên Demişqê “Abdullah Devrîm” ragehand, di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de ku zedeyî 3 salan ji aliyê rejîma Beşar Esed û opozîsyinên welatê Sûriyê ve didome, zêdeyî 62 hezar zarok sêwî man e.

Abdullah Devrîm eşkere kir, ji ber evê ku şer didome em nikarin hejmara zerokên sêwî diyar bikin û me ji saziyê hundir û derve alîkarî vergirtiye bo hejmara zarokên sêwî.

Herwiha Serokê Lijneya Rêvebirinê yê Komeleya Sêwiyên Demişqê got: Heya niha serhejmariya ku gihîştine dest me zêdeyî 62 hezar zarokên sêwî di Sûriyê de hene û da zanîn, “Em piştgiriya psîkolojîk didine wan zarokan, çimkî zarok di ev temenê xwe de rastî gelek bûyerên nexweş tên, em dixwazin wan ji bo jiyanê amade bikin.”

Di wê pêwendiyê de, di şerê hundirî Sûriyê de 133 hzar kes hatin kuştin û 4 hezar 900 kes jî hatine eşkence kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (RMMS) di raporekê de ramara kuştiyên şerê navxweyî Sûriyê bi destê hêzên rejîma Beşar Esed, di destpêka şer heta 15’ê Adara 2011’an heta 30’ê Hezîrana 2014’an de, eşkere dike.

Li gor wan agahiyên ku RMMS bilav kiriye, serhejmarî tenê ew kuştiyane digre ku nav û cihê wan kuştiyan eşkere bûye û ji ber vê dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.