Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Tirkiyê de ciwanekî Kurd ji ber ku guhdariya mûzîka Kurdî dikir hate kuştin

10:59 - 2 Hezîran 2020

Şeva Yekşemî 31`ê Gulanê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Bariş Çakan” û temen 20 salî di bajarê Enqere ya paytexta Tirkiyê de, ji ber ku li mûzîka Kurdî guhdarî kiriye, ji aliyê çend kesên Tirk ve bi derbên kêran hatiye kuştin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, ew ciwanê Kurd xelkê bajarokê Patnosê ya ser bi parêzgeha Agrî ya Bakurê Kurdistanê ye.

“Bariş Çakan” nîştecihê taxa Alsancak a bajarokê Etimesgut a Enqerê bûye û şeva Yekşemî demjimêr 22:30 çend kesan êrîşî wî kirine û navbirî bi derbên kêran hatiye kuştin.

Malbata wî ciwanê Kurd dane zanîn, ku Bariş ê 20 salî şevê digel hevalên xwe çûye derve û ji ber ku guhdariya mûzîkên Kurdî kiriye, girûpeke 3 kesî ên Tirk êrîşî ser wî kirine û Bariş Çakan dane ber kêran û yekser li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di wê derheqê de, Parlemanterekî Amedê ya HDPê “Remziye Tosun” di “Twittek”ê de nivîsiye: “Li Enqerê Bariş Çakan ku guhdariya mûzîka Kurdî kiriye kêrek li dilê wî dan û kuştin, dujminê Zimanê Kurdî, dîrok, kultûr, xweza û kêlên goran e, bi kurtî dujminê hemû tiştekî Kurd in!!! Ev dujminayetî dê dawiya we bîne.. Faşîst in faşîst!!!”

Parlemanterekî din ê HDPê di ser rûpela xwe a “Twitter”ê bi Kurdî wiha nivîsî: “Wan her tim Barış kuştin. Dujminatiya Kurdan di ruhên wan de heye.”