
Piştî êdama Heyder Qurbanî girtiyê siyasiye Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, girte Vîdeoyek belav bû ku Heyder basê çavaniya îşkence û azara li ser xwe diket.
Heyder Qurbanî girtiyê siyasiye Kurd xelkê bajarê Kamiyaranê, ku roja 19ê Kanûna pêşîn a 2021an li girtîxana bajarê Sinê de hate êdam kirin, li girte Videoyekê de hebxwe basê çavaniya ku dihate îşkence kirin diket.
Bo vergirtina êtirafan Heyder Qurbanî di bin îşkenca herî hovane de bûye û rewşekî wisa de hikmê êdamê bi serd hate sepandin.
Şehîd Heyder tu yek ji sûçên ku bê dadigehên rejîma dijî mirove Îranê bi ser de sepandibûn, nekêşabûne ustiyê xwe.
Êdama wî xortê Kurd li astê media û navendên navnetewî de deng weda, û herwisa pêleke berfirehe bertek û nerizayetiyê bi dû xwe de anî.
Rejîma cinayetkar ji tirsê dijkiryana û hevsoziya netewî ji aliyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, Cinazê Şehîd Heyder radestê malbata wî nekirin, Birayekî Şehîd Heyder binçav kirin, îdara Îtla`ata rejîmê gef kiribûn ku nabe tu merasim û kombûnek bo hevxemiyê bête kirin, lê zêdebarî hevxemiya gelê Kurd li her derî, xelkê xwedî hest bajarê Kamiyaranê û derdora wê, malbata Şehîd Heyder be tenê nehiştin û bi kombûna ber derê mala Şehîd Heyder û bi dana dirûşma Şehîd namirin.
Bi wê pêla berfirehe hevxemiyê dane xuyakirin ku Heyder tenê kurê wê malbatê nine, belkî kurê neteweyekê ye û ji neteweya Kurd hatiye istandin û şehîd kirin.